Lütfen bekleyin..
Munzur Haber / “Em li ser şopa Pîrê xwe ne“

“Em li ser şopa Pîrê xwe ne“

16 Kasım 2018, 20:08

Seyîd Riza, kurê wî û 5 pêşegên din ên Dersimê di 15’ê Mijdara 1937’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê di sala 81’ê ya darvekirina wan de di şexsê Pîr Seyîd Riza de hemû cangoriyên azadiya Kurdistanê bi hurmet û minet bi bîr anîn.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xalan: “Di gelek belgeyên beriya 1937’an de, diyar e ku qirrkirina Dersimê bi plan hatiye kirin. Piştî vê darvekirinê hemû polîtîkayên li Dersimê hatin kirin û hemû gavên hatin avêtin, bi mebesta qirrkirinê ne. Heke îro li Dersimê behsa gelekî tê kirin ku bi Kirmanckî û Kurmancî diaxive, ya ku vê heyî dike, têkoşîna salên 1970’yî ye. Bi vê têkoşînê, Dersima li ber mirinê rakirine ser piyan.

Em ê hesret û daxwaza wan bi cih bînin

Di serî de ciwanên Kurd, hemû Dersimî û gelê Kurdistanê wê pê şanaz bin ku pêşiyên wan ên wiha hene. Ji bo hesret û daxwaza wan a azadiyê pêk bînin, wê têbikoşin. Atakan, Şiyar, Dr. Baran, Çetîn, Baran Dersim, Medenî, Îsa Kemal, Sara, Zîlan, Sorxwîn û Rozayan û bi hezaran şehîdên me bi dilsoziya bi van pêşengên xwe re têkoşiyane. Ev têkoşîn heta Kurdistana azad û Dersima azad wê bidome.”

ANF/BEHDÎNAN

Bu haber 712 kere okundu
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Kategorisindeki Diğer Haberler
Daimi Doğan nusna: “Dersîm de îtîqat be zon jûvînî ra pêrabestî yê. Vajîm..