Lütfen bekleyin..
Munzur Haber / Li Dêrsimê komkujiya daran

Li Dêrsimê komkujiya daran

14 Ekim 2017, 08:05

Li Geliyê Pilumurê ji bo avakirina kana keviran bi sedan dar hatin birrîn.

Li Geliyê Pilumurê ji bo avakirina kana keviran bi sedan dar hatin birrîn. Welatiyên herêmê, li dijî kana keviran nerazîbûna xwe nîaşn dan û gotin, “Em destûrê nadin kana keviran ava bikin. Dê xweza tine bibe. Xweza tine bibe ma em dê keviran bixwin?” 

 

 

Miduriyeta Bajarvanî û Derdorê ya Dêrsimê ya dewleta dagirker a Tirk, sala 2013’an, destûr da Şirketa Suroglu ku li ser 150 hektar daristanî kana keviran ava bike. Kana keviran ku bêyî rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) destûra wê hat dayîn, wê bandora nerênî li ser gundên Marçik, Sahar, Sinankoy, Nuşit, Guleç, Doa Xanê û 9 gundikên wan bike. Li aliyê din dê bandorê nerênî li ser çemê Pilûmurê jî çêke. Welatiyan li Dadgeha Îdarî ya Dersimê doz vekir û xwest biryar bê rawestin. Lê tevî doz hat vekirin jî heta niha bi sedan darên li herêmê hatin birrîn û amadekariyên avakirina kana keviran tên kirin. Li aliyê din tê plankirin ku nêzî 40 kanên din bên vekirin û ruhseta vekirina wan hatiye dayîn. 

 

Axa me û ava me tine dikin

Keyayê Gundê Sarahê, Hidir Ozmen, diyar kir ku maşînên kar bêyî agahiya wan, ketine daristanê û daran dibirrin û wiha peyivî: “Li aliyekî daran dibirrin, li aliyê din dê bi dînamêtan xwezayê wêran bikin. Tesîsa kana keviran dê xwezayê talan bike. Li vir debara me sewalkarî ye. Ev xweza wêran bibe, çêre jî wê tine bibe û em ê nikaribin sewalkariye bikin. Mêşvanî û sewalkarî dê tine bibin. Kanên keviran xwezayê û jîngeha welatiyan tine dikin. Ew ê axa me û ava me tine bikin. Em destûrê nadin vê yekê.” 

 

Ma ev keviran bixwin?

Welatiyê bi navê Musa Çelik jî got, şirket keviran ji ku peyda dike ew ne pirsgirêka wan e û wiha peyivî: “Heger li vir xweza winda bibe, ma em dê keviran bixwin?” 

Welatî Alî Mukan jî anî ziman ku li dijî hîle û lîstikan ew dê tevî gundiyên Mukan têbikoşin û destûrê nêdin ku xwezayê wêran bikin. 

 

MA / DÊRSIM

Bu haber 693 kere okundu
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Kategorisindeki Diğer Haberler
Daimi Doğan nusna: “Dersîm de îtîqat be zon jûvînî ra pêrabestî yê. Vajîm..