Sosyal medya üzerinden yayinlanan ve yüzbinleri asan bassagligi mesaj sahiplerine, Gerek cenaze töreninde gerekse Danimarka ve Diyarbakir`da açilan taziye evlerini ziyarete gelerek bizleri yalniz birakmayan halkimiza, dost ve akrabalarimiza yürekten tesekkür ediyoruz.
Insanlarin hayatini anlamli kilan ve ölümsüzlestiren toplumsal amaçlar ugruna yarattigi degerlerdir.
Halkimiz, Mamoste Mahmud Önder’i son nefesine kadar özgür Kürdistan amacina hizmet etmis biri olarak özümsemis onu bir deger olarak kabul etmistir. Bizler onun sadece biyolojik ailesiydik. O Kürdistana ve halkina aitti. Onun ebedi uykusunda rahat edebilmesi ancak özgür Kürdistan idealinin gerçeklesmesiyle mümkündür. Ailesi olarak onun bize biraktigi bu onurlu ve serefli mirasa sahip çikacagiz.
Selam, sevgi ve saygilarimizla Önder Ailesi adina Mehmet Önder
SPASDARI Em wek malbata Mahmud Önder;
Ji bo ku me di vê dema xemgîn ya koçkirina mezinê malbata me, rêheval û mamostayê me Kak Mahmud Önder de bi tenê nehistin û ês û elama me parvekirin ji; Hevserokatiya KCK, Hevserokê Kongra Gel Remzi Kartal, Hevserokê HDP’ê Selahatin Demirtas, Hevserokê PYD’ê Salih Müslim, hevkarên Stêrk TV, Fey-Kurd a Danimarka spas dikin.
Dost û hogirên ku bi rêya medyaya civakî peyamên xwe gihandin, Ji kesûkarên xwe re, ji heval û hogirên Kak Mahmud re, ji gelê me yê ku li Danîmarka û li Amedê serdana behiya me kirin re ji dil ve spas û malavayî dikin. Tistê ku jiyana însanan watedar dike û ew ji mirinê rizgar dike, ked û nirxên ku ji bo armancên civakî diafirîne. Gelê me Mamoste Mahmud ku heta henaseya xwe ya dawîn ji bo azadiya Kurdistanê xizmet kiriye wek nirxekî xwe qebûl dike. Em tens malbata wî ya biyolojîk bûn. O endamê malbata Kurdistanê bû. Aramiya wî ya di xwewa edebî de bi azadiya Kurdistanê ve mimkûn e. Emê wek malbata wî, li mîrasa wî ya birûmet xwedî derkevin. Bi silav û rêzdariyên ji dil ve…
Li ser nave malbata Önder Mehmet Önder