Lütfen bekleyin..
Munzur Haber / Roja Zimanê Dayikê!

Roja Zimanê Dayikê!

20 Şubat 2016, 12:07

21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. Zarokên Delal Bi Kurdî Bixwînin!

~~21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye.

Zimanê ku mirov herî pêşî di zaroktiya xwe da fêr dibe, hîn dibe, ho dibe, Zimanê Dayikê ye. Zimanê zikmakî ye.

Di sala 1999 an de UNESCO (Organizasyona Perwerde, Ziman û Çand a Yekitiya Milletan) roja 21'ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî pejirandî ye.

Armanca vê biryara UNESCO ew e ku pir zimanî û fireh rengî ya çand û zimanên cewaz azad û geştir bin.

İsal UNESCO 21'ê Sibatê, bi temaya perwerde û fêrbûnê de zimanê bi kalite pîroz dike.

Lê welatê me û milletê me mixabin îsal jî weka gellek salên din di nav rewşekî dijwar û aloz da ye.

Dewleta Tirk, weka ku A. Davudoğlu jî aşkere kir, bi terora dewletê ya berê da plankirî, bi mahaneya xendekan, barikadan gellek bajarên me kawil kirin, bi sedan mirovên bê guneh kuştin. Bi sedan hezar insanên me yên feqîr û belengaz ji malên xwe, ji hêlînên xwe, ji stargehên xwe, ji bajarên xwe, ji welatê xwe dûr ketin, perişan bûn...

Ez bi xwe bawer nakim, lê dîsa jî, eger nîyet û armancên xwediyê siyaseta xendekan tiştekî din jî bûbe, mixabin di encam da milletê me bîla sebep gellekî êşîya û xelk mil neda vê siyasetê, cîh û warên xwe dûr ketin. Weka milyonên salên 90'î, sed hezarên nû berê xwe dan metropolên Tirkan, dê siba du siba bikevin nav destarê asimilasyonê yê bê wijdan, bê merhamet, bê insaf da bên herandin!...

Di Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî da min qet nedixwest behsa siyaset, şer, şoreş, dîplomasî, ekonomî, bombe û teqe ûhwd. bikim. Lê belê rewşa ku welatê me, milletê me têda ye, mirov neçar dike!...

Emê dîsa vegerin ser babeta xwe, rewşa Zimanê Dayika xwe, ango Kurdî (kurmanci û zazakî)

Li Kurdistana Bakûr û li Tirkiye zêdeyî 20 milyon Kurd dijîn.

Li gor destura esasî (anayasa) ya Tirkiyeyê ev Kurd jî Tirk in.

Di dema Osmaniyan de beşekî biçûk, nîsbetekî pirr kêm zarokên Kurd, ew jî bi tenê kur, dikaribûn medrese û tekyayên Kurdistanê da li gel perwerdeya olî (dînî) bi Kurdî jî bixwandana. Hîngî nîsbeta keçikên xwende pirr kêm bû.

Piştî İlana Cumhuriyetê, bi taybetî piştî Şoreşa Şêx Said, dewleta Tirk, bi qanûna Taqrîrî sûkun û Şark lslahat Planı, hemmû tekya û medreseyan qedexe kiriye. Dewlet bi vê jî nemaye, ne bi tenê perwerde, fêrbûn, fêrkirina zimanê Kurdî her wuha axaftina zimanê Kurdî jî qedexe kiriye.

Di dema sistema yek partiye de, ango di dema diktatoriya M. Kemal û İ. İnönü de axaftina bi zimanê Kurdî, li xwe kirina cil û bergên Kurdî bi pare yan hepis hatiye cezakirin. Me bi sedan çîrokên wuha ji dê û bavên xwe, mezinên xwe bîhîstine...

Qedexe, zilm û zordestiya dewleta Tirk li ser ziman, çand (kultur) û nasnameya (identitet, kimlik, hüviyet, kişilik) Kurdî her berdewam bûye. İro jî bi mîlyonan Kurd nikarin bi zimanê xwe bixwînin, binivisînin, perwerde bin.

Dewleta Tirk, ji bo ku nehêle zarokên Kurd bi zimanê xwe perwerde bibînin li dij lihevhatin (convention) û prensîbên bingehîn yên mafên mirova û peymanên Yekitiya Milletan derdikeve, qet jî şerm nake! Halbûkî li ser rûyê vê cîhanê ziman, çand û nasnameya millî ya tu milletek wek milletê Kurd nehatiye perçiqandin!

Li gor Peymana Mafên Zarokan a Yekitiya Milletan, mafê her zarokek heye ku bi zimanê xwe bixwîne (perwerde bibe). Lê belê Dewleta Tirk li dij, li hember vê mafê siruştî (tabiî, natürel, doğal) jî derketiye, Peymana Mafên Zarokan a Yekitiya Milletan qebûl kiriye bê ku xalên perwerdeya zimanê zikmakî têda hebe!?

Peymana Mafên Zarokan û helwesta Dewleta Tirk

Biryara Peymana Mafên Zarokan di Civîna Giştî ya YM de, di tarîxa 20. 11. 1989 an de, bi hejmara 44/25 hatiye pejirandin (qebûlkirin), di 2'ê İlona 1990 an de ketiye pratîkê. Ev Peyman ji 49 xalan pêk tê. Xalên girîng kul i ser perwerdeya zimanê dayikê, çand û nasnameya etnik û olî ne 3 xal in (madde ne). Dewleta Tirk vê peymanê di tarîxa 14 İlona 1990'î de imza kiriye, di tarîxa 9. 12, 1994'an de bi şerh tesdîq kiriye. Lê belê her sê maddêyên (17, 29 Û 30) ku li ser perwerdeya zimanê zikmakî û pêşdabirina çand û nasnameya millî ve girêdayîye qebûl nekiriye, ne pejirandiye...

Ew her sê xalên (maddeyên) ku Dewleta Tirk nepejirandiye, şerh danîne, bê cîbicîhkirin pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî vedibe. Ji bo ku Dewleta Tirk naxwaze zarokên Kurd bi zimanê xwe bixwînin, çanda xwe nas bikin û bi nasname xwe mezin bin; li pêşiya perwerda Kurdî bi her avayî digre, di gel ku ev helwest, ev siyaset dijî prensîbên mafên mirovan yên bingehîn (temel) û li hev hatinên navneteweyî ne jî!

Naveroka xalên Peymana Mafên Zarokan a 17, 29 nêzikê xala 30'î ne. Ez liv ir ji bo xwendavana xala 30'î bi Tirkî neqil dikim, wergera Kurdî jî li jêr e:

BM Çocuk Hakları Sözleşmesi

''Madde 30: Soya, dine ya da dile dayalı azınlıkların ya da yerli halkların var olduğu devletlerde, böyle bir azınlığa mensup olan ya da yerli halktan olan ÇOCUK, ait olduğu azınlık topluluğunun diğer üyeleri ile birlikte kendi kültüründen yararlanma, kendi dinine inanma ve uygulama ve KENDİ DİLİNİ KULLANMA HAKKINDAN YOKSUN BIRAKILAMAZ''

Peymana Mafên Zarokan a YM

''Xala 30: Ew dewletên ku kemasi (azınlık, miniorite) yên olî, zimanî û nijadî, an jî xelkên niştecî (otantik) tê da hebin, zarokên ku aidê (mensubê) wan grûbanin mafên wan heye ku bi endamên mayîn yên koma xwe ra, ji çanda xwe sûd werbigrin, baweriya xwe bi ola xwe bînin, îbadeta xwe bikin. ZAROK MAFÊ Bİ KAR ANÎNA ZİMANÊN XWE NAYÊN BÊPAR HİŞTİN''

Di gel van peymanên navnetewî û di gel prensîbên esasî (bingehîn) yên mafên mirovan, dewleta Tirk perwerdeya (hînbûn-hînkirin) Zimanê Dayikê, ZİMANÊ KURDÎ nepejirandiye. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Divê perwerdeya Kurdî bibe mafekî sirûştî ya hemmû zarokên Kurd. Her wuha grubên mayîn kul i Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn wek, Suryani, Ermeni, Ereb, Çerkez, Laz hwd. mafê wan heye ku bi zimanê xwe perwerde bibînin

Xwûşk û birayên hêja, keç û xortên delal, zarokên şêrîn, Ziman hebûna me ye. Nasname û şexisiyata (kesayetî) me ye!

Zimanê Kurdî mîna şîrê diya me ji me ra helal e, heyat e, jîyan e, Pêwist e!

Salên dawî Dewleta Tirk neçar ma, ji bo sinifên 5,6,7 û 8an Zimanê Kurdî (kurmancî, zazakî) wek dersen bijarte xistiye programa perwerde. Rast e, belkî ev neheqiyeke mezin e ji bo zarokên Kurdan, diva bû perwerde zimanê Kurdî ji sinifa yekê destpê bikira, temamê perwerde li bajarên Kurdistanê da bi Kurdî baya, dersa Tirkî biba bijarte, ji bo zarokên Tirka jî dersen Kurdî biba bijarte. Lê bele Dewleta Tirk hîna nehatiye wê pêvajoyê.

Divê weliyên we, hûn, wan dersan biçûk nebînin.

Divê hûn dersên Kurdî hilbijêrin da ku daxwaz zêde bibe, dewlet neçar bimîne bêhtir mamoste bigre kar, bide xwendin.

Eger hemmû zarokên me, kêç û xortên me zimanê xwe hilbijêrin, dê dewlet neçar bimîne zimanê Kurdî ji sinifa yekê heyya Unîversîte bixe programa perwerdeyê.

Ziman nasname ye, ziman çand e, ziman hebûn e, ziman şexsiyet e, ziman ruh e, ziman can e!

Kesên ku zimanê xwe wunda dikin, şexsiyet, hebûn û nasnama xwe jî wunda dikin. Bi milyonan Kurd hene, belki mirovên pir baş û qencin jî lê êdî bûne Tirk!

Ji bo çi em bibin Tirk?

Perwerdeya Zimanê Dayikê mafê her Kurdekî ye. Dewleta Tirk bi pêkneanîna perwerdeya Kurdî; li hember Prensîbên Mafên Mirovan û Lihevhatinên Navneteweyî sûcdar e...

Emê bi Kurdî bipeyivin!

Bi Kurdî bixwînin!

Bi Kurdî bifikirin!

Bi Kurdî bijîn!

Bi Kurdî jî bimrin!

 

Abit Gürses
 / Rojevakurdistan

Bu haber 909 kere okundu
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Kategorisindeki Diğer Haberler
Daimi Doğan nusna: “Dersîm de îtîqat be zon jûvînî ra pêrabestî yê. Vajîm..