Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dizgûnê DEWRÊÞ
hister35@hotmail.com
2009 SALA GRAN
19 Ocak 2010 Salı Saat 11:05

Insan carna difikire “Hersala nû, ji sala din ya berê xwe  xirabtire”

Bi baweriya min ew, girêdayî we ye ku win, çawa û li kuderê li salê mêze dikin. Eger pozisyona we, pozîsyoneke hakîmê hemû glob ( Dinya y)a me be wê demê win dikanin resmekî net derxînin û global bifikirin. Lê ev sergotina jor ji devê însanê ji her pozisyonê der tê.

Ev jî perçeyeke rasti ji bin jî ji hêla fizîkî ve rê jê re tûne.

Eger win, li êzmîn û wekî astronotek bin qet jê þik nayê kirin ku firehtir û kurtir bifikirin. Lewra tiþtên ku win bibînin ji yên îro cudatir bin.

Lê eger win serê xwe ji gundê xwe, ji mala xwe derneyinin û bi pirsgirekên tu kesî re eleqedar nebin, win dê çawa  pirs û derdên cihanê bibînin.

Bersiva vê hinekî bi hesab re jî girêdayî ye. Lewra hejmara ditinên we wê bibe hesabê tevahî yê salê.

Dinya me ya  ciwan bi pirsgirekên mezin re rubiru ye. Lê mixabin ev pirsgirekana bi pirani jî bi destê însanên wekî me der tên.

Problema herî mezin ne þerin. Ev teoriya “Navend – Insan e” ve tê afirandin û gelekî þaþ û xelet e. Însan fenomenê herê zirardare; û belkî ji vî alîve bibe navenda jiyana cihanê lê ji aliyê grîngî ve bi tevahî þaþ û gotineke neheq e.

Ev gotin exlaqa jiyana xwezayî ji holê radike û her tiþtî ji kirina însan re amade dike. Yanjî mafê jiyana her zindî û þert û mercên wan bi bextewariya însan re dike qûrban.

Ma ne ew e van pirsgirekan re dibe sedem; di ser de jî vê yekê dizane lê tu tiþtekî jî nake. De werin di vê mijarêde li aqil û ferasetê bigerin. Qaytê mantiqê vê “perspektiva jiyanê” bikin!

Him dixwazê bijî û ji bo vê her tiþtî dikuje! Paþê pêdihese ku ruhê xwe, kokên xwe ji wan tiþtên ku dikuje werdigire digire.

Yanê her bedena tiþtê kuþtî de riçaleke ruhê xwe winda dike. Her ku wan dikuje temarek ji bedena xwe dibirre.

Gun û reng lê namîne zer û zepalî dibe. Lêv diqermuçin û diqeliþin. Çav dikevi kortikê ruh jê dikiþe û ber bi  mirinê ve tere / dere.

Wekî makineyeke kabloya xwe ya enerjî pêwerdigire dibirre ye.  Þansê xwe tenê sekinandin e. Yanê STOP!

Mînaka vê ew e.

Xweza (Tabîat),  gelekî xurt û qeyîm e. Pir tiþtan ji zanîna me zêdetir çareser jî dike. Belkî tiþtên ku çareser neke tune ye jî.
Lê, jê re wext û sebir divê. Eger li kesekê, ku di nava deh deqîqan de gepek nan bixwe re 5 gep werin ferz kirin wê bi xendiqe.

Însan nika li xwezayê eynî tiþt dike. Him bêhesab qirêj dike û nahêlê ku xwe derman bike, birînê xwe bikewîne. Û him jî destên wê yên ku xwe pak  dike diþkîne. Midaxaleyên ji derveyî aqil û mantiq; teqribkar rê nade ku ew xweza xwe nuve bike.

Welatên îndustriel gor / mezela dinyayê kolane û niha jî ji welat û gelên bê guneh re ferz dikin ku ewê ji bo xweþ kirina wê bibin þîrikê mesrefan!!!

Kapitalizma barbar ev  bi xwe ye. Yên dinê jî da ku xwe dane pêy çanda wan ew jî, dijwartir xirabiyan li vê dinyayê dikin. Û ev xirabine her roj û her kêlî wekî nexweþîyên bê derman li mirovahî vedigerin. Yanê kes nebêje ku ez, ji pirsgirekê durim !

***

Eger li deverekî ax ku qilêr bû jiyan pak namîne. Eger baranê ew qilêr û gemara biyolojik, kimyayî û fiziki  li deverên bêeleqe barand wê demê pirsgirek dibe para herkesî, her zindiyekî.

Ku ji þerê 1ê mîn û duyemîn yê rojavayiyan ( Ku ew derewan dikin dibêjin yê Cihanê ye) wekî rudanên Hiroþîma, Nagazakî; ji qezayên wekî  Chernobîl û santralên din; ji  cêribandinên veþartî yên atomîk, yên eþkere ders nehatiye wergirtin ma êdî meriv bêjê çi?

Qala kîjan aqilî bike. Dapîr û bapîrên me ji bo vê rewþê gotine “Aqil ketiye Guzikan”. Îro em vê yekê tam dibînin. Aqilê mirovayî  ketiyê guzikan. Nafikire. Dema  ku difikre jî rêyên þaþ û texribkar difikire yan jî dide pêþ xwe.

Mirovahî divê bizane ku “Em, bêyî min dibe. Lê ‘ez’, bêyî ‘em’ ne tiþtekim” rêya herî rast ya jiyanê ye. Eger em dixwezin jiyan deyn tê girtin û dayin; divê vê gotinê ji aqilê xwe dernexinin.

Ji her tiþtî pêþ de divê cihê jiyanê tune nekin.  Ku ew çû, jiyan li pêy diçe û veger jî tune ye. Hawirdorparêzî ne karekî beredayi ye parastina mafê her zindiyekî li jiyanê ye.

Têkçûna Konferansa Kopenhagenê ji ber nebûna vê hiþmendiyê ye. Yanê Paþeroja cihanê ji cizdanên çend dewlet û firmayên xwînmij re hatin qurba kirin.

Li vir jî eþkere bu ku siyaset çiqas bi aborî ve grêdayî û mecbûr e. Lê eger xweza çû mirov jî diçe. Ku mirov çû tu qiymeta fabrîke û firmayên van bêaqilan jînamîne. Ma malên xwe bifiroþin kê ?


Zarokan bi vî rengî û bi vê hiþmendî perwerde bikin garantiya jiyanê ev perwerde ye ku Xwezayê / tebîatê nekujin, ji kuþtina wê re nebin alîkar. Yên ku dikujin re ji bibin asteng.


Kurdistan li serê rê ye. Çi Bakûr, çi baþûr; çi rojava û çi rojhilat ferq nake. Wekî Neteweke dereng mayî divê bi vê hiþmendiya hawirdorparêz li axa xwe, derguþa jiayan xwe binêre.

Ev herêm yêk ji ya herî pak ya cihanê ye. Ji neftê, ji seyranê û ji konfora bêhempa jî zêdetir biqiymet e. Rayedar û rêvebirên Kurd  niha ve dest biavêjin vê mijarê. Ev him mesuliyeta cihanî û him jî deyndariya nifþên pêy me ne.

Li gorî vê saleke gelek grean bû. Ka emê sala nude biaqilbin yan na ?

Bu yazý toplam 552 defa okundu.
Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.
Yüksel MUTLU
YANGIN
Mustafa ÞEN
ZULME DÝRENMEK
Ercan CENGÝZ
Evet – Hayýr
Lerzan JANDÎL
Ronîþe kafir! Sifir
Esra ÇÝFTÇÝ
Çük muhabbeti…
Hasan SAÐLAM
MINETE
ARÞÝVDE ARA
SÝTE ANKET
Dersim'de Baraj yapýlmalýmý?
Evet Yapýlmalý
Hayýr Yapýlmamalý
Kararsýzým